Encûmena Girê Sipî: Tirkiyê 21 hezar kesên hawirde li şûna xelkê resen bicîh kirine

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Tirkiye Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser ragihand, Tirkiye ji dawiya 2019an ve û heta niha 21 hezar Ereb û Turkmanên hawirde li cih û warê xelkê resen ên Girê Sipî bicîh kirine.

Li gor heman çavkaniyê, di çarçoveya guhertina demografîk de li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye bi zorê 100 hezar xelkê navçeya Girê Sipî der kirine û xelkê hawirde li cih û warê wan bicîh kirine.

Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser dibêje, di 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 niştecih derbasî bajarokê Girê Sipî û gundewarê wî bûne.

Di 2022an de, Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser ve belge kiribû, ku 12 hezar û 757 niştecih di deriyê Girê Sipî yê bi ser sînor ve derbas bûne, ew kesên hawirde jî ji Hims, Heleb, Idlib û Xûteya Rojhilatê Şamê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst