Li Rihayê termê karsazê wenda di bîrê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê termê xwediyê kargeha pembo ku 2 roj in wenda bû di hindirê bîra avê de hat dîtin.

Li gor agahiyan xwediyê kargeha pembo Kadir Onkol beriya 2 rojan wenda bû û malbata wî serlêdana hêzên ewlekariyê ya Tirkiyê kirin. Li ser vê yekê tîmên cendermeyan lêkolîn daye destpêkirin û otomobîla Onkol jî li taxeke navçeyê hatiye dîtin.

Herwiha li herêmê lêkolîneke berfirehtir hatiye kirin û roja Înê 14ê Nîsana 2023an termê Kadir Onkol di hindirê bîra avê de hatiye dîtin.

Li gor zanyariyan lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e û derbarê sedema canjidestdana wî ti agahiyek nehatiye belavkirin.