Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal weke jenosîd bê naskirin da ku li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de daxwaza "yekrêzî û karê hevbeş ji bo parastina maf û destkevtan" kir û got “Divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî de zêdetir weke jenosîd bê naskirin û li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujiya Enfalê de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje “Îro di 35 salvegera tawana Enfalê de ku, rejîma berê ya Iraqê di sala 1988an de li dijî xelk û axa Kurdistanê encam da, em bi rêz û hurmet zêdetir ji 182 hezar şehîdên Enfalê bi bî tînin, bejna xwe li hember canê wan yê pak da ditewînin û silav li malbat û kesûkarên wan yên serbilind bin.”

Nêçîrvan Barzanî got “Divê Hikûmeta Iraqê kesûkarên Enfalkiriyan, di hemû waran de, qerebû bike û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ku, Enfal wek jenosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê nas kiriye, cîbicî bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê baştir xizmeta wan bê kirin û zêdetir girîngî pê bê dayîn.”

Di berdewamiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî wiha got “Qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê berhema xebat û têkoşîn û bi sedan hezaran şehîdên tawanên hovane yên weke; Enfal, kîmyabaran û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Her di vê bîranînê da, da bi yekrêzî, biratî û karên hevbeş bo parastina destkeftî û mafên xwe, hurmetê li can û yada şehîdan bigrîn. Herwesa divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî de zêdetir weke jenosîd bê naskirin û li tu cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe.”