Mesrûr Barzanî di salvegera Enfalê de: Em daxwaz ji Iraqê dikin ku ziyandîtiyan qerebû bike

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Enfal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfalê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku “erkên xwe yên exlaqî û destûrî bi cih bîne û ziyandîtî, malbat û kesûkarên mezlûm ên li ser destê rejîma berê ya Iraqê qerebû bike û ji bo bi şêweyekî baştir xizmetkirina malbatên serbilindên şehîdan divê hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.”

Îro di ser komkujiya Enfalê re 35 sal derbas dibin. Ji6 Sibata 1986an heta 6ê Îlona 1988an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfalê dest pê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin. Qonaxa sêyem jî di 14 Nîsana 1988an de dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Salvegera Enfalê de peyamek belav kir û tê de dibêje “Em îro bi dilekî tijî xem û kul, şehîd û qurbaniyên Enfala hovane ku yek ji hovtirîn şêweyên jenosîda li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bû, bi bîr tînin.”

Mesrûr Barzanî bibîr xist ku îro 35 sal di ser komkujiya Enfalê re derbas dibin û got “Rejîma Besê ya Îraqê bi çend qonaxên cuda cuda bi hezaran xelkê sivîl û bêtawan yên gund û navçeyên curbicur yên Kurdistanê veguhaste çolên Başûr û naverasta Îraq, bi zindî hatin binaxkirin û beşeke gelek zêde ji wan jî heta niha wendane û çarenivîsa wan ne diyar e.”

Serokwezîr daxwaz ji Iraqê kir ku ziyandîtiyên Enfalê bên qerebûkirin û wiha got “daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin ku, erk û berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û destûrî cîhbicîh bike û zirardîtî, malbet û kesûkarên stemlêkiriyên destê rejîma Besê bi awayeke şayîste qerebû bike û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bike daku, bi awayeke baştir bikaribe xizmeta kesûkarên serfiraz yên şehîdan bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst