Semsûr: Yekem merasîma zewacê ya piştî erdhejê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Semsûr a Bakurê Kurdistanê piştî erdheja 6ê Sibatê, ji aliyê şaredariyê ve yekemîn merasîma zewacê kirin.

Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç ê ku mehra Bêrîvan Erkmen û Oguz Yoldaş birî, got, “Em gelek kêfxweş bûn ku şahidiya kêfxweşiyeke bi vî rengî bûn.”

Bêrîvan Erkmen diyar kir ku ji ber erdhejê wan êşên mezin dîtine û got, “Aliyekî me kêfxweş e, yê din jî xemgîn e. Erdhejeke mezin bû. Em dawetê nakin. Me tenê meh birî.”

Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç piştî erdheja 6ê Sibatê yekem mehrbirîna li şaredariyê birêve bir.

Bêrîvan Erkmen û Oguz Yoldaş li salona dawetê ya li Navenda Ciwanan a ku li Bazara Şîre ya zewicîn. Suleyman Kilinç mehra wan birî û Cîgirê Şaredar Ramazan Oruç jî şahidî kir.