Li Geverê baran û lehiyê zirar dan malên welatiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrg û navçeyên wê baran û bahoza zêde bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir. Ji ber barana gur li navçeyê dibistan bo rojekê hatine girtin. Rêya di navbera Şemzînan û Rûbarokê de û herwiha rêyên gundên Salara, Bêgoza û Bêzelê jî ji ber barana zêde herifîne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, lehî û birûskê zerareke zêde gihandiye malên hejmarek welatiyan

Li gundê Berbînî yê Geverê birûskê li xaniyê malbatekê xist û di encam de zerara maddî çêbû.

Welatiya ji gundê Berbîniyê, Gulbihar Îrinc dibêje: “Nêzîkî 3-4 rojan e baran gelek li Geverê dihatê. Li Geverê zirareke zêde çêbûye, (ji ber) baraneke zêde dihat, berf dihat, şilope dihat. Şevê din wextekî em hema di mal de bûn, em di mutfaqê de li piştî rûniştibûn ku me dît weke bombeyekê li mala me da, yanî tiştê wisa min nedîtibû, em gelek tirsiyan, dîwarên me xirab bûn, goveyên me xirab bûn, ahek bo me nema, min tiştekî wisa nedîtibû.”

Ji ber birûskê li mala Davut İrinc xist, zerareke zêde çêbû, xetên elektirîkê têkçûn û amûrên bi elektirîkê kar dikin şewitîn.

Birûsk di nav gundiyan de bû sedema tirsê, li gund xetên avê jî ji ber barana gur têk çûn.

Davut Îrinc dibeje: “Şevê din saet 03:00 em di mal de rûniştibûn. Ji nişkê ve dengek hat û em hatin pêş, me dît ku birûskê li mala me da. Spas ji Xwedê re ku ti zirar çênebûn. Me canjidestdan tunebûn, lê zirarên maddî gelek in. Amrûn me yên elektirîkê nemane û gova me jî xirab bûye.”

Li navçeyên Gever, Şemzînan û Rûbarokê yên Colemêrgê barana gur a 3-4 roj in berdewam dike.

Li gor pêşbiniya Saziya Keşnasiya Tirkiyê, li herêma Colemergê û navçeyên wê dê barîna baranê heta dawiya hefteyê jî berdewam be.