Li navçeyên bilind ên Mûş, Bedlîs û Colemêrgê berf bariya

14-04-2023
RÛDAW
Li navçeyên bilind ên Mûş, Bedlîs û Colemêrgê berf bariya
Li navçeyên bilind ên Mûş, Bedlîs û Colemêrgê berf bariya
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meha Nîsanê bi nîvî bû lê hîn jî li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê zivistan e û berf dibare. Berfê navçeyên bilind ên Muş, Colemêrg û Bedlîsê spî kirine.

Xwediyên keriyên pez ev demek bû keriyên xwe li zozan û mêrgan diçêrandin lê neçar man careke din wan vegerînîn axuran.

Li gorî Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê wê îro jî li piraniya Bakurê Kurdistanê, baran bibare û li navçeyên bilind jî berf bikeve.

Barana ku ev çend roj in dibare li bilindahiyên Bakurê Kurdistanê cihê xwe bo berfê hişt. Berfê navçeyên bilind ên Muş, Colemêrg û Bedlîsê spî kirin. Li gundê Çengilî yê Mûşê 25 santîmetre berf ketiye erdê.

Welatî berfa li ser banê xaniyên xwe paqij dikin. Barîna berfê  bo zarokên  gund bû cihê kêfxweşiyê. Lê ajeldarên ku ev demeke ajelên xwe li zozan û mêrgan diçerandin neçar man cardin wan vegerînîn axuran.

Ajeldar Talha Yondem anî ziman, “Ev 20 roj in min ajelên xwe derxistibûn çiya. Lê mixabin berf bariyaye. Me ka da ajelan ma çi bikin. Karê Xwedê ye. Em li benda havînê bûn lê zivistan careke din vegeriya.”

Li navçeyên bilind ên Colemêrgê jî berf bariya. Li ser rêya sereke ya Colmêrg û bajarokê Silehiya li devera Şîvekûrê asta berfê 15 santîmetre derbas kir. Otomobîl diçûnûhatinê de rûbirûyî astengiyan bûn.

Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî ber bi pêla berfa Nîsanê ketiye. Li navçeyê 5 santîmetre berf bariyaye, welatî berfa li ser otomobîlên xwe dimalin.

Welatiyekî ji Bedlîsê got, “Îsal baş derbas bû lê zivistan ji nû ve dest pê kir. Me lastîkên xwe yên berfê hîn jênekirine. Eger wiha biçe em îsal jê nakin.”

Li gor Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê dê roja Înê jî li piraniya Bakurê Kurdistanê, barîna baranê û li navçeyên bilind jî barîna berfê berdewam be.

Tê pêşbînîkirin rojên  Şemî û Yekşemê  pêla baranbarînê ku di rojên borî  de  li çend navçeyan bûye sedema lehiyan Bakurê welat bicihbihêle û hewa kêm ewir û tavî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst