Erdogan li Amedê ji bo Pirsa Kurd peyam da: Çekan deynin

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Amed Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Erogan ku bi serdanekê li Amedê ye, derbarê Pirsgirêka Kurd de peyam de û banga çekdanînê kir.

Îro Înê 14ê Nîsana 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo vekirina hin projeyan serdana bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê kir.

Erdogan di gotarekê de ji bo xelkê Amedê û alîgirên partiya xwe got: “Karê kesên ku derdê wan heq, hiqûqê birayên me yên Kurd e ew e ku çekan deynin û wekî parçeyekî jêneveqetiyayî yê vî welatî di dahatûya me ya hevpar da cihê xwe bigirin.”

Erdogan diyar kir, “Li vê Tirkiyeyê ji faîlên meçhulan re, ji gef û tehdîdan re cî tune ye. Ev Tirkiye, Tirkiyeyekî wisa ye ku ewlehiya welatiyên xwe û maf û azadiyan di heman demê da diparêze.”

Serokkomarê Tirkiyê behsa amadekirina makezegoneke (destûreke) nû bo Tirkiyê kir û got, “Em bi hev re makezagonekî nû, sivîl, azadîxwaz a ku xeyalên hemû mirovên vî welatî di xwe da dihewîne çêbikin. Ev bangewaziya min ji bo tevahiya 85 milyon kesan e.”

Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, “Me çawa ku Tirkiyeya wesayetê bi çekê siyaseta sivîl êsîr girtibû qebûl nekiribe, em dê Tirkiyeya ku têde rêxistinên terorê siyasetê birêve bibin jî qebûl nekin.”

Erdogan destnîşan kir, “Bi îzna Xweda emê li vê erdnîgariyê heta hetayê bi biratî bijîn. Ez dixwazim hemû hesab li gorî vê rastiyê bên kirin.”

Serdana Erdogan bo Amedê û vekirina hin projeyan û herwiha dayîna peyama derbarê Pirsa Kurd de di demekê de ye ku 30 roj ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamento û serokatiya Tirkiyê mane.

Biryare di 14ê Gulana îsal de hilbijartinên parlamento û serokatiya Tirkiyê bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst