Li Amedê bûyera trafîkê: 1 jê giran 5 kes birîndar bûn

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de yek kes bi giranî, 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser rêya navçeya Bismil û Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya û di encamê de şofêr û 4 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûne ku rewşa şofêr di metirsiyê de ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyên cûda yên parêzgehê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst