Li Qersê qeza: 1 mirî, 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev dan û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser rêya Qers-Anî du otomobîlan li hev dane û di encam de şofêrê yek otomobîlê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û ligel şofêrê din 6 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her 6 kesên birîndar bo nexweşxaneyên cûda yên parêzgehê hatine veguhestin.

Zêdeyî hefteyekê ye li parêzgeha Qersê berf û baran berdewam e û hişyarî tê dayîn ku li gor keşûhewayê tedbîrên pêwîst werbigrin ji ber ku çûnûhatin zehmet bûye.