Mesrûr Barzanî: Nabe ti carên din ew komkujî dubare bibin

14-04-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Enfal Komkujiya Enfalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 34mîn salvegera karesata Enfalê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Nabe ti carên din ev komkujî û wêrankariyên li Kurdistanê, bi her navekî û bi her hincetekî be, dubare bibin.”

Li gor peyama ku ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kiriye, Mesrûr Barzanî dibêje, “Di 34mîn salvegera tawana Enfalê de, em şehîd û qurbaniyên wê tawana hovane ya rejîma dirinde ya Beisê ya Iraqê bi rêzdarî bibîr tînin û ew her dem di bîra me de ne.”

Mesrûr Barzanî tekezî li ser hewldanên ji bo nasandina Enfalê weke cenosayd di qada navdewletî de dike û dibêje, “Tevî ku hin ji berpirsyarên wê tawana mezin û wê siyaseta nijadperestî hatine cezakirin û jinav çûne, lê belê pêwîst e hewlên me berdewam bin ji bo nasandina zêdetir a cenosayda Enfalê û şermezarkirina bikerên wê û rêgirtin ji dubarebûna van tawanan, li dijî gelê Kurdistanê be yan her gelekî din li cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Nabe ti carên din ev komkujî û wêrankariyên li Kurdistanê, bi her navekî û bi her hincetekî be, dubare bibin.”

Mesrûr Barzanî bang li hikûmeta Iraqê dike ku berpirsyariyên xwe li hember kesûkarên Enfalkiriyan pêk bîne û dibêje, “Di vê helkefta xemgîn de, careke din dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê li gor destûrê, erk û berpirsyariyên xwe di qerebûkirina kesûkarên şehîdan û herwiha qurbanî û ziyandîtiyên tawana Enfalê û hemû tawanên şer û wan komkujiyên ku li hember xelkê Kurdistanê hatine kirin, bicîh bîne.”

Di peyamê de herwiha hatiye gotin, “Aşkere ye ku bi sedema wan tawanan, xelk û xaka Kurdistanê rûbirûyî siyaseta qirkirin, talankirin û wêrankirinê bûne, ji ber wê nabe ti carî mijara qerebûkirina qurbaniyên destê rêjîma berê ya Iraqê bên piştguhxistin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser xizmetkirina malbatên Enfalkiriyan bi awayekî hêja dike û destnîşan dike, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem xwe bi deyndarê kesûkarên şehîdan û enfalkiriyên Kurdistanê dizane û her hewleke xwe dike ji bo xizmeteke hêja ji wan re bike û li gor karîna xwe birîna wan derman bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst