Altan Tan bi hinceta 'propagandaya PKKê' hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Altan Tan ragihand ku bi hinceta ku di bernameyeke CNN Turkê de “propagandaya PKKê kiriye" cezayê girtinê lê hatiye birîn.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku bi tohmeta “propagandaya PKKê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtigehê li wî hatiye birîn.

Altan Tan dibêje:  “21emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di encama provokasyon û heqaretên Hulki Cevîzoglu yên di bernameya Ahmet Hakan a CNN Turkê de doz hatibû vekirin û ji ber propagandaya PKKê salek û 3 meh cezaya girtîgehê li min birî.”

Tan herwiha da zanî ku ew ceza nehate paşxistin.