Pisporekî serbazî: Encam ji lêkolîna Iraqê ya di derbarê êrîşa Îranê de dernakeve

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî serbazî diyar kir, komîteyên ku ji aliyê hikûmet û parlemana Iraqê ve ji bo lêkolîna êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Hewlêrê hatine damezrandin dê ti encam jê dernekeve.

Pisporê serbazî Mueyed Cuheyşî ji Radyoya Rûdawê re axivî û got: "Ez bawer dikim ku ji lêpirsîna Hikûmeta Iraqê û komîteya parlamentoyê ya derbarê êrîşa Îranê ya bi mûşekan a li ser Hewlêrê ti encamên zelal jê dernakeve."

Pisporê serbazî Mueyed Cuheyşî anî ziman, "Ji bo lêpirsîna vê yekê, min ti cidiyeta Hikûmeta Iraqê nedîtiye. Iraqê got ku ew dê gilînameyekê li dijî Îranê di encûmena asayişê de pêşkêş bike lê me ti gilîname nedît. Ev mijar dê her weke xwe bimîne û zelal nabe."

Pisporê serbazî destnîşan kir ku divê lêpirsîneke navneteweyî li ser were kirin, ji ber ku Îranê tawaneke navdewletî kiriye û diyar kirin ku wan baregeha Mossadê ya Îsraîlê bombebaran kiriye lê derket holê ku mala kesekî normal e.

Mueyed Cuheyşî destnîşan kir, dê Iraq û Herêma Kurdistanê rastî bombebaranên din jî bên, ji ber ku ti hêzeke siyasî nîn e gilîyê li Îranê bike, ne tenê li dijî Îranê li dijî Tirkiyê jî, ew du welat in ku sînorên Iraqê binpê dikin, dibe ku Sûriye, Kuweyt û Erebîstana Siûdî jî dikin.

Pisporê serbazî Mueyed Cuheyşî her wiha got, "Îran bi van êrîşên mûşekî zextê li Amerîkayê dike da ku ew girîngiyê bide peymana atomî ya li Viyanayê."

Pisporê serbazî Mueyed Cuheyşî anî ziman, "Amerîkayê bertekek nîşan neda û tenê got ku mûşek ji baregeheke li Azerbaycana Îranê ve hatin avêtin û 12 heb bûn. Êdî li cem wan bi dawî bû û tiştekî din negotin. Ji ber vê yekê dê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê zêde bibin. Berdevkê hêzên Amerîkayê yên li Herîrê got, em ne hedef bûn lê Herêma Kurdistanê hedef bû. Tê wê wateyê ku heger Iraq ji aliyê Îran, Erebîstana Siûdî û Tirkiyê ve hedef were girtin, ti têkiliya wan bi vê yekê re nîne."

Pisporê serbazî di wê baweriyê de ye ku Iraq tenê dikare giliya xwe bibe encûmena asayişê. Ev gilîname dikare bibe rêgir li ber êrîşên ku ji aliyê welatên cîran ve li Iraqê tê kirin. Wê demê di her êrîşê de dê bikaribin bersivekê bidin.