10 zarokên ku malbatên wan DAIŞî ne, hatin radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 10 zarokên ku malbatên wan DAIŞî ne û li Kampa Roj a navçeya Dêrikê ya Qamişloyê diman, radestî Rûsyayê kir.

Berdevkê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Kemal Akîf îro Pêncşemê 14ê Nîsana 2022yan pêşwaziya şandeke Rûsyayê kir ku ji Cîgira Serokê Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Elena Alexandrova û cîgirê wê Sergey Igorvich pêk dihat.

Di hevdîtinê de belge û protokolên ku di navbera her du aliyan de li ser radestkirina zarokan hatin amadekirin, ji aliyê Elena Alexandrova û Kemal Akîf ve hatin îmzekirin.

Heta niha 254 zarok radestî Rûsyayê hatine kirin

Berdevkê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Kemal Akîf daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku 10 zarokên ku malbatên wan endamên DAIŞê ne, bi awayekî fermî radestî şanda Buroya Parastina Zarokan a Rûsyayê hatine kirin û got, "Heta niha 254 zarok bi fermî radestî Rûsyayê hatine kirin."

Kemal Akif diyar kir ku ew dê bi hemû welatên ku çekdarên DAIŞê yên li kampên li Rojava welatiyên wan hene re, hevkariyê bikin.

Nêzîkî 7,000 zarokên biyanî di kampên girêdayî Rêveberiya Xweser de dimînin.

Ji aliyê din ve Elena Alexandrova ji ber hevkariya Rêveberiya Xweser spasiya wan kir û diyar kir ku dê xebatên wan berdewam bikin.