Di Gola Wanê da qedexeya girtina masiyan dest pê dike

14-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parastina cureyê masiyên kefal ên di Gola Wanê de neqele û li hev zêde bibin, masî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de tên parastin. Qedexeya ji bo nêçîra masiyên kefal sibê dest pê dike.

Masiyê Kefalê ku yekane cureyê masî ye ku di Gola Wanê de dijî, girtina wan ji sibê ve tê qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Bajêr a Çandinî û Daristanê qedexeya girtina masiyên Masiyê Kefalê dê 90 rojan berdewam bike.

Di vê heyamê de ji Gola Wanê girtina masiyên Masiyê Kefalê dê qedexe be.

Masiyê Kefalê ku di ava bi xwê û sode ya Gola Wanê de dijî dikeve dema xerzdanînê ji ber vê jî di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de girtina wan qedexe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst