Tora Medyayî ya Rûdawê du belgefîlman li ser Enfalê belav dike
Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê radigihîne ku du belgefîlmên nû ji bo 33mîn salvegera Enfalê bi çend zimanan belav dike. Herdu belgefîlm ji aliyê tîmên berhemanînê yên Rûdawê ve, di sala bihorî de hatin berhemnanîn û di vê heftiya bîranîna Enfalê de li Televizyona Rûdawê û Rûdaw Dîcîtal têne belavkirin.
Vegera bo Sermord
Pêgeha cografî ya gundê Sermord bi awayekî her kes bibîne, wiha dizane gundnişînên Sermord hetaheta di himbêza wan çiyayan de bi aramî jiyana xwe derbas dikin. lê li Kurdistans li jêr destê hikûmetên Iraqê yek li dû yekê, bi taybetî jî salên li jêr desthilata Beis, berdewam ev penageha siruştî bûye armanca topbaran pû êrîşên serbazî.
Di Buhara 1988an de, dema pêlên Enfalê bi yekcarê gund tê valakirin û wêrankirin û nişteciyên wî ber bi serbazgeh û zindanên başûrê Iraqê ve têne birin. Di vî belgefîlmî de, çîroka wan kesan dibînin, ku ji wê bobelatê rizgar bûn. Li aliyekî yên barkirî bi xem û azara wan kesên ku jidest dane û ticarê wan nabînin, li aliyekî din jî bi hêviya ku ji nû ve vejandina mal û zeviyên xwe ne û vegera bo gundê xwe ne.
Kirmanc Ferec, derhênerê belgefîlm dibêje: “Herdem encama rastiya wê yekê rû daye, ji zimanê şahidhalên zindî, girîngiyeke wê ya dîrokî heye. Ew kesên ku bi çavên xwe bobelat dîtine û di vî filmî de digihînin bîner. Beşekî dîrokî ji jenosîda gelê Kurd dixine ber çavên her kesê ku belgefîlm bibîne.”
Derhênerê belgefîlmê herwiha dibêje, “Gelekî mebesta me ye bi qasî ku em dikarin, bi erkê xwe rabin di parastina wan rastiyan de ji windabûn û jibîrkirinê, ji ber ku ji jenosîdê tirsnaktir, jibîrkirina wê ye. Ev belgefîlmê me, mil bi mil ligel gelek berhemên din ên şerkirinê ligel piştguhxistin û jibîrçûnê ne. Gelê Kurd bi giştî bi dehên caran bûye armanca jenosîdê, divê em ji xwe bipirsin, çima ew bobelat carê li pey carê bi ser gelê me de tên? Jibîrkirin yan kêmtemaşekirina van çîrokan, handereke bêdeng e ji bo çend dûbarebûna wan di paşerojê de jî.”
Şerîta reş
Sê jin, li navçeyên Germiyan û Barzan û Helebce, sê nimûneyên asewarên komkujiyê ne di nav malbatên civaka Kurdistanî de. Çîrok, azar, encam û nehametiyên jiyana wan, weke hev in. Sê jin, di vî belgefîlmî de ji mirov re dibêjin, ev komkujiyên ku bi gerdena civaka Kurdistanî girtiye, gelekî rewşa jiyanê girnatir û zehmetir kiriye, ji ber ku ji bilî wê yekê ku di dema bûyeran de, weke qurbanî êş û azarên xwe bicih hiştine, piştre û bi dirêjiya temenên xwe weke qurbanî mane û divê ligel asewarên Enfal û Kîmyabaranê bijîn. Li wê gorê divê cihê bavê Enfalkiriyan jî li xwe bigirin.
Ev belgefîlm behsa salên piştî proseya konkujîkirinê dike. Ew zarokên kudivabû li jiyanê bi tenê neyên hiştin û bixwînin û bigihêjin, lê bi bê bav.
Sê jin ji Germiyan, Barzan û Helebce, dibêjin, wew girewa xwe, di salên zehmet û westînê de bir û zarokên xwe gihande bawernamey û mal û malbatên wan.
Newazad Nehmûd, derhênerê belgefîlm dibêje, “Gelek axaftin derbarê bûyerên komkujîkirinê û dema bûyeran hatine kirin, lê tiştê ku bi kêm axaftin li ser hatiye kirin, encamên demdirêj ên wan bûyeran in, li ser civakê û qurbaniyan bi giştî û jinan bi taybetî. Ew jin ên ku her yek ji wan palewaneke girewbezên a rojên zehmet bû. Şerîtên wan ên cilan her bi reş mane, lê paşeroja zarokên xwe geş kiriye.”
Derbarê jinên ku di belgefîlmê de diaxivin, “Newzad Mehmûd dibîje, Di nav jinên qurbanîder de çîrokên balkêş hene. Her yek ji wan çîrokan, di tûnêleke salên tijî êş û azar re, derbas bûye.”