Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu herdu êriş gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di peywendiyeke telefonî de herdu êrişên li dijî firokeya Hewlêrê û li dijî binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Başîqatê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li dijî firokexaneya Hewlêrê û binkeya leşkerîya Tirkiyê li Başiqayê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew  îşev bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axive û got: “Me êrişên terorê yên îşev li Hewlêr û Başîqa bi tundî şermezar kir. Ji ber ku lêpirsîn berdewam dike me biryar da ku em di têkiliyê de bimînin.”

Ji aliyê din ve Mevlut Çavuşoglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ragihand ku  li dijî baregeha leşkerên Tirkiyê “êrîşeke namerdane” û di encamê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Çi bû?

Dezgeha Dije Terorê ya Asayişa Herêma Kurdistana ku bi mûşekekê Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedef.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî bûne.

Her bi mûşeka êriş li baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Başîqayê hat encamdan.

Wezareta Berevaniya Tirkiye ragihand ku di encama êrîşa bi mûşekê ya li dijî baregeha li Baqîkaya Mûsilê leşkerekî wî welatî hate kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragiahnd ku yek ji sê mûşekan li baregehê û herdu muşekên din jî li gund ketine û di êrîşê de ji bilî kuştina leşkerekî keçeke li gund dijî jî birîndar bûye.