Li Rojava Cejna Çarşema Sor bêdeng tê pîrozkirin

14-04-2021
RÛDAW
Nîşan Çarşema Sor Rojava Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên malê êzdiyan ya Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe hejmara Kurdên Êzdî kêm dibin. Êzdiyên ku mane jî Cejna Çarşema Sor bêdeng tê pîrozkirin.  

Li gor amarên malê êzdiyan ya Rêveberiya Xweser, li Tirbe Spiyê 51, li Hesekê 90, li Amudê 15 mane û li Efrînê jî hejmarek zêde kêm bûne. Li Serê Kaniyê li 10 gundan Êzidî hebûn lê niha kes ji wan nemaye.

Silêmanê Gernûsê Şemdîn pîremêrek kurdê êzdîdi derbarê Cejna Çarşema Sor de got “Cejineke pîroze, cejina tevaya êzdiyên duniyayê ye, cejinên me gelekin, dema ku erd çêbû, em dibêjin milyaketê yekem ku daket Tawisê melek e. Melayketê yekem e ku bi daxwaza xwedê daket erdê. Îro serê sala me ye, îro yekê mehê ye li gorî salnameya rojhilatî. Cejinên me bi hisabên rojhilatî ne, îro jî li cem me yekê mehê ye û ya zayînî 14 mehê ye.”

Herwiha Silêmanê Gernûsê Şemdîn dibêje “Tawisê Melek ji bo me pêxember e, melekê erd û asman e, ev baweriyên me ne, Cejnên berê, neman, çûn. Niha em nizanim çima wilo bêqîmet bûn, bû rojek û bû saetek, berê 7 rojan me li dahol û zirnê dida.”

Gulnaz Xatun a 55 salî jî nanê cejinê lê dixe, weku piraniya malbatên kurdên êzdî li Rojavayê Kurdistanê, zarokê wê koçberê ewropayê bûne û tama cejnê pê tune ye, çar kes ji endamên malbata wê ne hazirin.

Jina kurd ya Êzdî Gulnaz Îbrahîm got “Zarok li Almanyayê ne û em li welat in, lê bi me nexweşe, girane, ji ber hejariyê çûn. Ji me nehat em xwe xwedî bikin, ev çar pênc sal ji ber rewşa dinyayê cejinên me nexweşin.”

Li gor amarên malê êzdiyan ya Rêveberiya Xweser  Rojavayê Kurdistanê li nav bajarê Tirbê Spiyê 50 malbat hebûn, niha tenê 30 malbat mane û li gundewarê wê jî 155 malbat hebûn niha 21 mal mane.

Li gundewarê Hesekê 510 malbat hebûn niha 90 ji wan mane. Li Amudê di derdora 150 malbat hebûn, niha derdora 15 mane.

Herwiha li Serê Kaniyê li 10 gundan hebûn lê yek jî nemaye û li Efrînê li 22 gundan 25 hezar kes hebûn lê piraniya wan koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst