Wezareta Derve ya Koreya Başûr Tora Medyayî ya Rûdawê xelat kir

14-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yî Koreya Başûr yê li Herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin spasnameya wezîrê derve yê welatê xwe Chung Eui-yong gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û got: “Rûdaw bûye şahideke pêbawer û dezgeheke bawerpêanînê ku bûye derfeta bihêzkirin bawerî û têgihîştinê di navbera herdu gelên Kore û Kurdistanê de.”

Konsulê Giştî yî Koreya Başûr yê li Herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin îro Çarşemê 14ê Nîsana 2021ê bi mebesta gihandina xelat û belgeya serkevtinê ya îmzeya wezîrê derve yê welatê xwe Chung Eui-yong li ser e, serdana Navenda Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Choi Kwang-Jin bi vê boneyê gotarek pêşkeş kir û pesnê xebatên medyayê yên Rûdawê da û got: “Rûdaw li hemû cîhanê bi nav û deng e. Rûdawê rolekî girîng û karîger di bihêzkirina peywendiyên dualî nav Kore û Kurdistanê heye.”

Konsulê Giştî yî Koreya Başûr yê li Herêma Kurdistanê got:  “Ez îro îro bi şanazî xelata taybet a Wezîrê Derve pêşkêşî Rûdawê TV dikim. Wek em dizanin Rûdaw  ne tenê li Kurdistanê, li seranser cîhanê jî toreke çapemeniyê ya naskirî ye. Rûdaw bûye şahideke pêbawer û dezgeheke bawerpêanînê ku bûye derfeta bihêzkirin bawerî û têgihîştinê di navbera herdu gelên Kore û Kurdistanê de.”

Choi Kwang-Jin da zanîn ku di sala 2019 an de wan 15emîn salvegera destpêkirina têkiliyên dualî pîroz kir, li vê derê artêşa Zeytûnê ava bû û got: “Niha ku em di pêwendiyên navneteweyî de diçin qonaxeke din a dîrokî, di serdema nexweşiya Corona û şoreşa teknolojiya enfermasyonê de pêwîstiya me bi modeleke nû ya hevkariyê heye.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Choi Kwang-Jin wiha axivî: “Ez dikarim bêjim ku qada me ya hevkariyê ne xeta sînorî ye û werin em bi hev re di destê hev de ber bi pêşerojeke geştir ve biçin. Di dawiyê de ez dixwazim ji dil û can careke din pîrozbayîyê li we bikim û ez rola we ya îdeal wek medyaya binirx dibînim û hêviya paşerojeke baş ji bo peywendîyên dualî navbera Koreya Başûrû Kurdistanê  dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst