Li Urmiyê zarokeke 16 rojî bi koronayê ket

14-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Korona Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, zarokek ku tenê 16 roj e ji dayik bûye, bi vîrusa koronayê ketiye. Li parêzgeha Sineyê jî 3 zarokên sava yên temenê wan kêmtir ji mehekê ye, bi COVID-19 ketine.

Serokê Encûmena Hemofîlî ya Îranê, Ehmed Qewîdil ragihand, 1200 nexweşên humofîlî di bin serpireştiya wan de ne, ku heta niha 3 kes ji wan bi vîrusa koronaya nû yan COVID-19 ketine.

Ehmed Qewîdil got, yek ji wan nexweşên Hemofîlî zarokek 16 rojî ye ku tevî nexweşiya xwe bi vîrusa koronayê jî ketiye.

Qewîdil wiha got: “Mixabin testa koronaya zarokeke sava ya 16 rojî ku nexweşiya Hemofîlî jî pê re heye, li parêzgeha Urmiyê, pozîtîv derketiye.”

Bi gotina Qewîdil, ew zarok herwiha tûşî xwînberbûna meîdeyê bûye û niha li Nexweşxaneya Taliqaî ya bajarê Urmiyê di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî 3 zarokên sava ku temenên wan kêmtir ji mehekê ye, bi koronayê ketine. Cîgirê Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sine, Îbrahîm Qadirî ragihandiye, li sînorê wê parêzgehê “7 zarok ku temenê wan ji 5 salan kêmtir e û 3 ji wan zarokan jî sava ne û temenê wan kêmtir ji mehekê ye, tûşî COVID-19 bûne.”

Serokê Encûmena Hemofîlî ya Îranê herwiha destnîşan kir, hejmarek kesên malbatên nexweşên wan jî bi koronayê ketine û hatine kerentînekirin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Ehmed Qewîdil daye xuyakirin, nexweşên koronayê û hemofîlî li yek nexweşxaneyê çareseriyê werdigirin û ew yek jî metirsiyê li ser tendirustiya nexweşên homofîlî çê dike, lewma wan daxwaz ji Wezareta Tendirustiya Îranê kiriye, ku cihên herdu corên nexweşan bêne cudakirin, lê belê ew daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin.

Hemofîlî nexweşiyeke taybet bi xwînê ye, ku bedena kesê nexweş birîn bibe yan reheka (demareka) bedena kesê nexweş tûşî xwînberbûnê bibe, nikare birînê bicebirîne û xwînberbûnê rawestîne. Ew nexweşî herwiha gemetîk e û ji dayik û bavan ve bo zarokan tê veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst