Serok Barzanî: Pêwîste hewldanên ji bo naskirina Enfalê wek cenosîd berdewam bin

14-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serok Barzanî Enfal Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro bi helkevta 32mîn salvegera karesat û komkujiya Enfalê peyamek belav kir û ragihand: “Pêwîst e hewlên ji bo naskirina Enfalê wek cenosîd li ser asta cîhanê berdewam bin.”

Serok Barzanî di destpêka vê peyama xwe de dibêje: “Di 32mîn salvegera destpêkirina pêla Enfalê ya li dijî gelê me de, em hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên enfalê dikin.”

Serok Barzanî amaje bi hewlên berê yên ji bo nasandina Enfalê wek cenosîd li ser asta navdewletî dike û dibêje, “mixabin heta niha ti encamek ji wan hewldan derneketiye”, lewma daxwaza berdewambûna wan hewldanan dike û dibêje: “Pêwîst e hewlên ji bo naskirina Enfalê wek cenosîd li ser asta cîhanê berdewam bin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî “dewleta Iraqê” wek “aliyê berpirsyar” ji bo qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên komkujiya Enfalê bi nav dike.

Barzanî ji bo xizmetkirina malbat û kesûkarên enfalkiriyan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike û dibêje: “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên Enfalê bike û termên pîroz ên hemû şehîdên Enfalê jî vegerîne ser axa niştiman.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst