Nêçîrvan Barzanî: Em dê hemû hewlên xwe bidin daku Enfal wek cenosîd bihê naskirin

14-04-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Enfal Komkujî Cenosîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di 32mîn salvegera pêla Enfalê ya komkujkirina Kurdan de peyamek belav kir û têde ragihand: “Em daxwaz dikin civaka navdewletî tawankariya Enfalê weke cenosîd nas bike, ji bo vê yekê jî em hemû hewlên xwe didin.”

Îro di rojeke weke îro de rejîma Beis a Iraqê operasyonên Enfalê yên ji bo komkujkirina welatiyên sivîl ên Kurd li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Niha 32 sal di ser qonaxa yekem a Enfalê re derbas dibin ku di 23ê Sibata 1988an de dest pê kir û 8 qonaxên wê hatin encamdan, ku di encamê de zêdetir ji 182 hezar welatiyên sivîl, ji gencm zarok û jin û zilaman hatin komkujkirin û bi zindî hatin çalkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê û ji bo bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi rêz û hurmet ve wan hemû qurbaniyan bi bîr tînîn ku di wê tawankarî û jenosîdê de canê xwe ji dest dan û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî ji bo malbat û kesukarên wan ê serbilind be.”

Nêçîrvan Barzanî, Enfalê weke yek ji tawanên herî hovane û tirsnak ên dîrokê bi nav dike û dibêje: “Divê hemû hewlên me bo wê yekê bin ku bi ti şêweyekê rê neyê dan, careke din ne gelê Kurdistanê û ne jî ti gel û milletekî din ên ser rûyê erdê rûbirûyî wê tawankarî û jenosîdê bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku “divê dewleta Iraqê wek erkê xwe yê yasayî û exlaqî, awirekî ciddî li kesûkarên qurbaniyan bide û wan qerebû bike.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, civaka navdewletî jî wek Dadgeha Federal a Iraqê, tawana komkujiya Kurdan di Enfalê de wek cenosîd nas bike.

Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Di bîranîna salvegera 32 saliya pêla ji navbirinên Enfalê de, bi rêz û rûmetê ve wan hemû qurbaniyan bi bîr tînîn ku li wê tawankarî û cenosîdê de canê xwe gorîkirin û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî, ji bo malbat û kesukarên wan yê serbilind be.

Enfal yek ji dirindetirîn tawanên dîrokê ye ku jin, mêr, zarok û pîr nenasiye û bi bê wicdanî hemûyan pêkve berev mirina bi kom binax kiriye. Her wiha jîngeh û avedaniyan text kiriye û hemû şûnewarekî jiyanê jêbiriye. Ew siyaseta regezperesta Beis bûye sedema wê yekê ku tenê li pêlên enfalê da, ji bilî li wêrankirina hezaran gund û dehan bajarokên Kurdistanê, zêdetirê (180) hezar welatiyên Kurdistanê canê xwe spartin û komkuj û bi zîndî binax kirin.

Di demek da îro bîranîna wan ezîzan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikîn, divê hemû hewlên me ji bo ewe bin ku bi tu awayekî rê neyê dayîn careke din ne gelê Kurdistanê û ne hîç gel û milletekî dinê sererdê, rûbirûyê wê tawankarî û jenosaydê bibin. Divê dewleta Iraqê jî wekî erkê xwe yê yasayî û exlaqî, bi awayeke ciddî berê xwe bide kesukarên qurbaniyan û wan qerebû bike.

Her wekî çawa Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê, pêlên Enfalê wek cenosîd û tawanên li dijî mirovayetî û tawana cengî nas kir, em daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin van tawankariyan wek cenosîd nas bike. Ji bo wê yekê jî em berdewam dibin û hemû hewlekê didin. Herwiha ji bo peydakirina termên şehîdan û vegerandina wan bo himbêza niştiman em berdewam dibin.

Di vê bîranînê de rêz û silav ji bo giyanê pakê şehîdan ku herdem li bîranîna gelê Kurdistanê da bi zîndî dimînin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14/04/2020

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst