Li Deşta Mûşê bihar û li deverên çiyayî zivistan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ligel bilindbûna pileyên germayê êdî berf dihele, deşt kesk dibin û ajel li merge diçêrin. Lê li gund û avahiyên derdora Çiyayê Ziyaretê zivistan berdewam e. Li ser rêya gundê Ûçevler ê bilindahiya berfê 4 metre zêdetir e û karûbarên vekirina rêya Cevizlidere jî berdewam in.

 

Li Mûşê, welatî du demsalan bi hevre derbas dikin. Li deverên çiyayî bi metreyan berf bilind bûye, lê li aliyê din bihar hatiye deştê.

 

Deşt û mêrg kesk bûne û ajel ji xwe re diçêrin. Xwezayeke balkêş û ciwan heye û berevajiya deştê li derdora Çiyayê Ziyaretê hêj zivistan e.

 

Gundên derdora Çiyayê Ziyaretê ku 2500 metreyan bilind e, hêj di bin berfê de ne. Kar û xebatên vekirina rêyên 12 gund û 22 avahiyan jî berdewam in. Welatiyên wan gundan jî dibêjin ku bi çar çavan li benda hatina biharê ne.