Xelkê Duhokê ji kûçikên bêxwedî gilî û gazinan dikin

Duhok (Rûdaw) – Li Duhoka Başûrê Kurdistanê bi hezaran kûçikên bêxwedî belav bûne û beşek ji wan li ber jiyana welatiyan bûne metirsî, bi taybetî jî ji bo zarokan.

 

Wisa tê pêşbînîkirin ku li Duhokê 6 hezar kûçikên bêxwedî hene û di nav du mehên derbasbûyî de êrişî çend welatiyan kirine.

 

Bavê Zerî, Mişîr Şerîf behsa bûyera ku kûçikan êrişî keça wî kirine dike. Zerî ku şeş salî ye, dema diçe dibistanê 6 kûçikan êrişî wê kirine û nêzîkî mehekê ye li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.

 

Mişîr Şerîf ji Rûdawê re diyar kir: “Keça min dema diçû dibistanê li rêya dibistanê 6 seg hatine û ew gez kirine, Xwedê ew rizgar kir û eger cîranên li nêzîkî dibistanê nebana, dibe ku me keça xwe bi rewşeke xirabtir dîtiba, mehek e li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, nêzîkî 12 gezên metirsîdar li ser laşê wê hatine kirin, ez hêvî dikim ew seg werin komkirin, qet nebe bila kêm bin, bawer bike gelek in.”

 

Gelek kûçikên bêxwedî li ser gilêşa nêzîkî bajarê Duhokê têne dîtin, ji bilî êrişkirin û gezkirina xelkê, hin caran dibin sedema çêbûna bûyerên trafîkê.

 

Berdevkê Rêveberiya Hatin û Çûna Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand ku gelek tirimpêl û wesayîtên barhilgir ji ber hebûna kûçikan li ser cadeyan wergeriyane.

 

Kûçik di nav salekê de du caran dizên, ev jî bûye sedema wê yekê ku hejmara wan gelek bin.

 

Ajelnas diyar dikin ku heta niha çareseriyek li hember zêdebûna segan li Herêma Kurdistanê û Iraqê nehatiye dîtin.

 

Li gor amarên Rêxistina Parastina Mafên Ajelan a Kurdistanê zêdetirî 6 hezar kûçikên bêxwedî li bajarê Duhokê hene.