Hunermenda Kurd êşa keç û jinên Kurdên Êzidî kire tablo

14-04-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Nesrîn Ehmo ji Almanya hate Hewlêrê û pêşangeh vekir.
Nesrîn Ehmo ji Almanya hate Hewlêrê û pêşangeh vekir.
Nîşan Kurdistan Kurd Hunermend Nesrîn Ehmo Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê, Nesrîn Ehmo ji Almanya hate Hewlêrê û bi 15 tabloyan pêşangeheke tabloyan vekir ku têde êş û janên keç û jinên Kurdên Êzidî nîşan daye.

 

Li bajarê Hewlêrê pêşangeheke hunera şêwekariyê ji hunermendeke Rojavayê Kurdistanê re hat vekirin, pêşangeh bi navê Veguhertinê hat vekirin û bi tenê rojek bû, û 15 tablo têde hatin nîşandan.

 

Resama Kurd Nesrîn Ehmo dibêje ew bi rêya hestên xwe û bi rêya tabloyên xwe, bi awayekî hunerî balê bikîşne ser êş û trajedyaya keç û jinên Kurdên Êzidî.

 

Nesrîn Ehmo bi staylê derbirînî êş û azarên gelê Kurd li ser tabloyan dikişînê. Di vê pêşangehê de ew bêhtir guh dide zehmetiyên ku keçên Kurdên Êzidî rastî wan hatine.

 

Nesrîn ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev çend sal in li Almanya dimîne, heya niha di 19 pêşangehan de tabloyên xwe nîşan dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst