Hikûmeta Kurdistanê 11 hezar parçe zewî dide rizgarbû û xizmên şehîdên Enfalê

14-04-2019
RÛDAW
Li gundê Dêbne ya ser bi nahiyeya Rizgarî ya Hewlêrê ve di 31.mîn salvegera komkujiya Enfalê de, merasimek hat lidarxistin.
Li gundê Dêbne ya ser bi nahiyeya Rizgarî ya Hewlêrê ve di 31.mîn salvegera komkujiya Enfalê de, merasimek hat lidarxistin.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Enfal Şehîd Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiyan Mehmûd Hacî Salih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew dê zewiyan bidin rizgarbûyên komkujiya Enfalê û kesûkarên wan û tekez kir, di vê çarçoveyê de dê 11 hezar parçe zewî bêne parvekirin.

 

Her sal li Başûrê Kurdistanê di 14ê Nîsanê de salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya Enfalê tê lidarxistin û ji bo vê yekê merasîm têne sazkirin. Îro jî di 31.mîn salvegera komkjiya Kurdan di operasyonên Enfalê de, li gundê Dêbne ya ser bi nahiyeya Rizgarî ya Hewlêrê ve merasimek hat lidarxistin ku Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mehmûd Hacî Salih jî têde amade bû û gotarke pêşkêş kir.

 

Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê rizamendiya xwe li ser dabeşkirina 11 hezar parçe zewî bi ser rizgarbûyên Enfalê û kesûkarên şehîdên Enfalê de nîşan daye.

 

Mehmûd Hacî Salih da xuyakirin ku Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan piştî êrîşên DAIŞê hewl daye ku xizmeta kesûkarên şehîd û qurbaniyên wan êrîşan bike, lewma weke pêwîst nekariye di wê heyamê de xizmetguzariyan pêşkêşî kesûkarên şehîdên Enfalê bike.

 

Roja 12ê Adara 1986an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfal dest pê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst