Galeriya wêneyan

14-04-2019
24 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê, Rojîn projeyeke xêrxwazî li Hewlêrê ragihand  ku taybet e bi Mala Rengîn a Kalan.

 

Hunermend Rojîn di çarçoveya vê projeya xêrxwazî de dê cilûbergên pêwîst ji bo pîrejin û pîremêrên, ku di Mala Rengîn a Kalan de xizmeta wan tê kirin, dabîn bike, herwiha beşek e din a projeyê girîngîdana berdewam bi wan pîrejin û pîremêran dibe, bi taybet jî di warê xwandinê de.

Gelek ji wan kalên ku di Mala Rengîn a Kalan de dimînin, nikarin bixwînin û binivîsin, ji ber wê jî Rojîn li gel hejmarek ji xwandekarên zanîngehê rêkevtin kiriye ku heftane du caran ew xwandekar ji kalên Mala Rengîn re pirtûkan bixwînin.

 

Di aliyê hunerî de jî, hunermend Rojîn niha mijûlî amadekirina du klîpan e û dê cara yekem bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê wan klîpên xwe belav bike.