Di hilbijartinên Odeya Bazirganiyê ya Amedê de Lîsteya Kesk bi ser ket

Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi hezaran karsaz û xwediyên kompaniyan ji bo hilbijartina rêveberiyeke nû ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê çûn ser sandoqan û deng bi kar anîn. Di hilbijartinê de 5 lîste di 16 grûban de ketin pêşbaziyê. Lê Lîsteya Kesk di 16 grûban de jî bi ser ket. Serokê nû yê Odeya Bazirganiyê bû Mehmet Kaya.

 

Delegeyên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo rêveberiya xwe ya nû hilbijêrin, ji serê sibehê de berê xwe dan binkeyên dengdanê.  Ji bo rêveberiya nû 7 hezar delege deng bi kar anîn.


Di hilbijartinên odeya bazirganiyê de 5 lîste ketin pêşbaziyê. Her yek ji xwe re rengek hilbijart. Lîsteya Kesk a bi serkêşiya Mehmet Kaya, di 16 grûban de jî bi ser ket. Kaya, bû serokê nû yê odeya bazirganiyê.  


Serokê nû yê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya piştî ku wek serokê odeyê hat hilbijartin wiha ji Rûdawê re axifî: “Amedê tercîheke rast kir. Me hertim ev tişt digot; em hemû bi hev re Amed in. Dema ku em berê xwe didin Lîsteya Kesk, em dibînin ku ev lîste bi Amedê re bûye yek. Ji ber vê yekê gel li vê lîsteyê xwedî derket û di hemû grûban de dengê xwe dan vê lîsteyê. Ji ber vê yekê hem barê me û hem jî berpirsyartiya me girantir bû.”


Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîl Yeşîl jî xwest rêveberiya nû herî zêde li ser danûstandinên di navbera Başûrê Kurdistanê û Amedê de raweste û hinardekirina bo Kurdistanê zêde bikin.


Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl jî got: “Bazirganiya me zêdetir bi aliyê Kurdistanê re ye. Ji ber vê yekê divê em di deriyê gumrikê de hin guherînên hêsankariyê bikin. Her wiha em hinardekirina Amedê ya ji bo Başûrê Kurdistanê jî zêde bikin.”


Hilbijartinên odeyê li gorî hilbijartinên komele û sendîkayan cudatir e. Di hilbijartina odeya bazirganiyê de 16 grûbên aboriyê jî dikevin pêşbaziyê. Grûb meclisa odeyê ava dikin û meclis jî di nava xwe de rêveberiyeke nû hildibijêre.