Galeriya wêneyan

14-04-2018
21 Photos
Sertîp Osman

Çemçemal (Rûdaw) – 30 sal bi ser Enfala Başûrê Kurdistanê re derbas bûn. Her sal di 14ê Nîsanê de li Kurdistanê bi merasîmên cuda cuda, ew karesat tê bibîranîn.

 

Rejîma Beisê di 9ê Sibata 1988an de qonaxa yekem a Enfalê da destpêkirin. 6ê Hezîrana 1988an roja dawî ya qonaxa sêyem a Enfalê bû, ku rejîmê bi hezaran kes avêtin çalên mirinê û nêzîkî 5 hezar gund li Başûrê Kurdistanê hatin wêrankirin.

 

Îsal jî weke salên derbasbûyî, li Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên Enfalê çendîn merasîm hatine sazkirin.