KERKÛK – Zîndana kurd bi zîndî hatibûne çalkirin di destê pêşmerge de ye
Kerkûk (Rûdaw) – Li gundê Topzawa ya Kerkûkê ji bo bîranîna şehîdên Enfalê rêwresmek hate sazkirin. Merasîm li wê cihê wê zîndanê hate sazkirin, ku kurdên enfalkirî bi zîndî hatibûne çalkirin.
Gundê Topzawa ya başûrê bajarê Kerkûkê, cihê yek ji mezintirîn zîndana serdema Bees bû. Rejîma Saddam bi hezaran kurd di vê zîndanê de bi zindî çalkirin û gelek kes jî di bin êşkence û birçîbûnê de kuştin.
Piştî hatina DAIŞê hêzên pêşmerge ev gund û zîndan kontrol kirin. Fermandarê hêzên pêşmerge yê vê herêmê Eqîd Mihemed Qeytûlî, ku xizmê enfalkiriyan e, heta niha li ser vê karesatê 2 pirtûk nivîsandine.
Îro 14-04-2017ê, li heman cihî, li kêleka monomenta Şehîdên Enfalê merasîmek hate sazkirin.
Bi tevê kesûkarên enfalkiriyan, berpirs û nûnerên partî û rêxistinan jî di merasîmê de amade bûn. Di çarçoveya merasîmê de çend çalakî birêve çûn.
Kesûkarên enfalkiriyan di rêwresmê de daxwaza cezakirina berpirsên vê komkujiyê kirin.
Komkujiya Enfalê
Di navbera salên 1986 û 1989an de, rejîma Bees a Iraqê li Seranserê Başûrê Kurdistanê tevgereke mezin a komkujiyê meşand. Ev tevger di 8 qonaxan de hate kirin.
Lê beriya vê tevgerê rejîma Bees di sala 1983ê de, 8 hezar kesên Barzanî dîl girt û ew şehîd kir. Herwiha di wê qonaxê de bi deh hezaran kurdên feylî şehîd kir.
Dîktatorê Iraqê Saddam Husên di dema şerê Îran û Iraqê de, ji bo ji holê rakirina vîna gelê kurd biryar da, ji 13 salî heta 70 salî hemû mêrên kurd bikuje. Navê vê kokujiyê jî weke “Enfal” hate diyarkirin.
Ev tevger 8 qonax bûn. Pêla dawî ya Enfalê di 23ê reşemiya 1988ê li Dola Cafeyatî ya Silêmaniye dest pê kir û di 6ê îlona 1988ê de li Zaxoyê bidawî bû. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê hemû wargehên kurdan hatine wêrankirin.
Di seranserê Enfalê de 182 hezar kurd hatine şehîdkirin an wendakirin. 4 hezar û 665 gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê hatine hilweşandin. 3 hezar mizgeft, 2 hezar dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse wêran kirin.
Herwiha milyonek Kurdistanî koçber bûn. Di dema Enfalê de leşkerên Saddam trîbuna Bendava Dukanê vekirin, bi sedan gund di bin avê de man.
Piştî têkçûna rejîma Bees, li seranser Iraqê, gelek goristanên bi kom ên qurbaniyan hatine dîtin.
Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, weke Roja Bibîranîna Enfala Reş, ragihandiye.