Dezgeha malbatên şehîdan xwest rufatên 2 şehîdan bên veguhestin

Dêrîk (Rûdaw) - Dezgeha malbatên şehîdan ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, dixwaze rufatên ango şûnmayên termên 2 şehîdên serhildana 12ê Adarê ji goristana Dêrikê derxîne.

 

Malbata Şehîd Hisên Nûrî yê ku di serhildana 12 Adara sala 2004an de li ser destê hêzên ewlekariya Sûriyê şehîd ketibû, ragihand ku saziya malbatên şehîdan ji wan xwestiye veguhestina rufatê kurê wan ji bo goristana Şehîd Xebat erê bikin.

 

Lê malbatên herdu şehîdan û Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Dêrikê daxwaza saziya malbatên şehîdan red kirin û diyar kirin xelkê bajar naxwazin rufatê herdu şehîdan bên veguhestin.

 

Tê zanîn ku berî niha jî heman saziyê xwestibû rufatên şehîdên bajarê Qamişlo yên 12 Adarê ji goristana wan veguhêze ji bo goristaneke din.