Hêzên hevpeymaniyê li sînorê Rojava li DAIŞê didin

Navenda Nûçeyan – Balafirên hêzên hevpeymaniya dewletî li dijî DAIŞê, nêzîkî gundên Ezazê li navendên DAIŞê didin.

Piştî ku çekdarên DAIŞê li gundên Ezazê ku beramberî bajarê Kilîsê ye, êrişî hêzên dijbereyê kirin, balafirên hevpeymaniyê baregeh û navendên DAIŞê li wê herêmê bombebaran kirin.

Ji bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê tê xuyakirin ku dûkel ji gundên derdora Ezazê radibe û car caran di navbera hêzên Artêşa Azad a Sûriyê û çekdarên DAIŞê de şer derdikeve.

16 kesên di encamên êrişên DAIŞê de birîndar bûne bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

Ji aliyê din çekdarên DAIŞê daketin nav kampên li Babûselamê.

Li Babûselamê 9 kamp hene û hat gotin li hinek kampan agir derketiye,

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane, li ser egera êrişa DAIŞê 4 kamp hatine valakirin û li kampeke jî êrişa rêxistinê hatiye şikandin.

Koçberên ji kampa derketine ber bi Tirkiyê diçin.