Hevşaredara navçeya Hênê birîndar bû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hevşaredara Hênê, Novîn Otkan bi destê bavê xwe, Abbulla Oktay birîndar bû.

Piştî ku hevşaredarê navçeya Artukluya Mêrdînê û serokê şaredariya Qiziltepê rastî êrîşan hatin, vê carê li navçeya Hênê ya ser bi Amedê hevşaredara Hênê, Novîn Oktay rastî êrîşê hat.

Li gor medyaya ser bi Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ve, di encama gengeşeya di navber hevşaredara navçeya Hênê, Novîn Oktay û bavê wê de, ji aliyê bavê xwe Abdulla Oktay de rastî êrîşa bi kêrê hat û birîndar bû.

Hat ragihand ku Novîn Oktay di lingê xwe de birîndar bû û ji bo nexweşexaneya dewletê li Hênê hat veguhestin û ji ber ku gelek xwîna wê rijiya bo nexweşxaneya Dicle li Amedê hat veguhestin.

Malpera BDPê diyar kir ku heta niha sedema wê pevçûna Novîn û bavê xwe ne hatiye nas kirin.