Burkay: Çekdanîn nayê wateya pêkhatina aştiyê

14-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Maşallah Dekak

Amed – Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, got ew piştgirî didin pêvajoya aştî û çareseriyê lê çekdanîna PKK’ê nayê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd. Burkay, ji bo Tirkiyeyê modela federasyonê pêşniyar kir.

 

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay, li Amedê tevli panela “Pêvajoya Dawî ya Siyasî û Çereseriya Pirsgirêka Kurd” bû. Burkay, bal kişand ku ji dema Osmaniyan heta niha pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin û got şerê PKK’ê jî encama polîtîkayên înkar û tunekirinê ya dewleta Tirkiyeyê ye.

 

Burkay, bi bîr xist di nava 90 salan de ji ber polîtîkayên înkarkirina kurdan kurdan serî rakiriye, hemû serhildan bi tundî û xwînrijandinê hatine şikestin lê digel vê yekê jî pirsgirêka kurd çareser nebûye. Burkay, wiha axivî: “Digel ku serhildan hatin tepisandin jî dewletê gavên demokratîk navêt. Kurd hatin înkarkirin. Ji ber vê yekê kurdan careke din bi serhildanan nerazîbûn nîşan dan û xwest nasnameya kurd bê qebûlkirin û mafên wan bên dayîn. Di 30 salên dawiyê de jî şer û pevçûn dom kirin. Ji ber polîtîkayên zordariyê û tepisandinê PKK’ê jî dest bi tundiyê kir. Lê rêbaza çekdarî ya PKK’ê jî tu encam neanî.” Burkay, da zanîn di vî şerê 30 salan de kurdan û tirkan bedeleke giran dan, 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, 4 hezar gund hatin valakirin, şewitandin û wiha axivî: “Bi milyonan kurd koçberî bajarên mezin ên Tirkiyeyê bûn. Bi qasî 17 hezar kuştinên kiryar nediyar çêbûn. Bi milyaran dolar pere hate xerçkirin.”

Serokê HAK-PAR’ê Burkay, got di encama vî şerî de dewletê jî PKK’ê fêm kirin ku bi rêbazên tundiyê çareserî çênabe û hikûmeta Tirkiyeyê pêşîvekirina kurd da destpêkirin û wiha berdewam kir: “Di partiyên siyasî yên dewletê û bi rêberên wan re jî ev fikir bi pêş ket. PKK’ê gelek caran agirbest îlan kir lê piştre careke din pêvajoya şer bi awayekî dest pê kir. Herî dawî di sala 1999’an de PKK’ê agirbest îlan kir û 5 salan şer sekinî. Lê digel vê yekê jî dewletê tu gav navêtin û mixabin şer careke din dest pê kir. Em HAKPAR’î piştgirî didin çekdanîna PKK’ê.  Li gorî me ev di berjewendiyê kurdan de ye. Li Tirkiyeyê 25 milyon nifûsa kurdan heye û ger kurd bi riyên siyasetê daxwaza bînin zimên dê bikaribin mafên xwe bi dest bixin. Cîhan jî dê piştgiriya kurdan bike.”

 

Kemal Burkay, bal kişand ser wê ku cîhan, Rojhilata Navîn, Tirkiye û kurd êdî diguherin û wiha şîrove kir: “Dem dema rêbazên siyasî û demokratîk in. Divê em bi xwe bawer bin. Derbarê çekdanîn û bêdengkirina çekan de jî nêrîna min cuda ye. Madem ku hûn behsa siyaseta demokratîk dikin, çima PKK’î derdikevin derveyî sînoran? Divê riya wan bê vekirin û ew bi serbestî bikaribin bên malên xwe, bên bikevin nava siyasetê û civakê. Tişteke din jî çekberdan û çareserî ne heman tişt in. Çekberdan û aştî ne heman tişt in. Çimkî pirsgirêka kurd pirsgirgirêka çekan nîn e. Ji serhildanên berê em dizanin. Kurdan serî rakir, serhildan têk çûn, çek ji holê rabûn lê dîsa jî dewletê mafên kurdan neda. Pirsgirêk çareser nebû.”

Kemal Burkay, di berdewama axaftina xwe de ji bo 3 perçeyên Kurdistanê jî modela federasyonê pêşniyar kir û xwest Tirkiye federasyonê di makeqanûna xwe de jî bi cih bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst