Li Colemêrgê otomobîlek ket nav çem: Rêvebirekî AK Partiyê mir

14-03-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeza Bîlal Eryîgît
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê otomobîlek ket nav çem û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan îro li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê otomobîla endamê Desteya Rêveberiya Rêxistina Wanê ya AK Partiyê Bîlal Eryîgît li ser rêya Rûbarok û Şemzînanê ketiye nav çem.

Di encam de Bîlal Eryîgît li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst