Namzedê AK Partiyê yê Êlihê: Em dê bajarekî nû li Êlihê ava bikin

14-03-2024
RÛDAW
Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Êlihê Adîl Sebatî Ceylan bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro
Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Êlihê Adîl Sebatî Ceylan bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro
Nîşan Rûdaw Îro Hilbijartinên Şaredariyan Êlih Adîl Sebatî Ceylan AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê AK Partiyê yê Êlihê Adîl Sebatî Ceylan got, “Em dê bajarekî nû li Êlihê ava bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li bajarê Êlihê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê heft aliyên siyasî berbijêrên xwe diyar kirine.

Herwiha Muzazez Bektaş jî wekî serbixwe namzed e.

Lê tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û HUDA PAR ji bo Êlihê rikeberiyê bikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Êlihê ya giştî 620 hezar û 278 e.

Nifûsa navenda Êlihê jî 464 hezar û 649 e.

Li Êlihê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi giştî mafê dengdanê yên 411  hezar û 11 kesan heye û li navenda bajêr jî mafê 310 û hezar 667 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun kirin namzed.

Lê ji ber hinek bûyer û pirsgirêkên siyasî DEM Partiyê Mehdî Oztuzun ji hevserokatiya şaredariyê derxist.

AK Partiyê biryar da ku Adîl Sebatî Ceylan bibe namzedê wan ê Şaredariya Êlihê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Serkan Ramanlî kir namzed.

Çar aliyên din ên siyasî, CHP, ÎYÎ Partî, Partiya DEVA û Partiya Saadetê jî namzedên xwe diyar kirine.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Êlihê Adîl Sebatî Ceylan bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dê 5 herêmên pîşesaziyê li Êlihê vekin”

Adil Sebatî Ceylan ragihand ku ew niha mijûlî çalakiyên xwe yên bo propagandayê ne û ew di nav gel de digerin da ku ji xelkê re behsa plan û projeyên xwe bikin.

Adil Sebatî Ceylan got:

“Batman (Êlih) bajarekî cuda ye û dê pêş de biçe. Batmanê niha 5 armanc danîne pêşiya xwe, dê pênc herêmên pîşesaziyê bên vekirin û dê 60 hezar kes tê de kar bikin.

Eger ew kes kar bikin, wê demê dê hewceyî û pêwîstiyên wan û tiştên ku bajar bixwaze dê zêdetir bibe.

Em jî dixwazin ji bo 50 salên şûnde çi tiştê ji wan re pêwîst bike û divê şaredarî bike, em ji niha ve dest pê bikin û dema pêwîstiya wan pê çêbû, bila amade be.”

“Em dê ji bo 60 hezar kesî derfetên kar bibînin”

Adîl Sebatî Ceylan behsa plan û projeyên xwe kir.

Ceylan da zanîn ku  di plana wan de ye ku kevirê bingehîn ê herêmên pîşesaziyê deynin û got:

“Ev yek ji bo ciwanên herêmê karekî giring e ji ber ku dê derfeta kar ji bo 60 hezar kesan were peydakirin.”

Bi gotina Adîl Sebatî Ceylan, ji bo navenda bajêr jî projeyên wan hene û ew dê hewl bidin ji bo trafîkê rêyên nû vekin, herwiha ji bo paqjiyê jî ew dê xebatên nû bidin destpêkirin.

“Em dê bajareke mezin ava bikin”

Berbijêrê AK Partiyê yê Êlihê amaje bi geşekirin û pêşdeçûna bajêr kir û got:

“Piştî ku em karekî ji ciwanên xwe re bibînin, piştre em dê bajarekî mezin ava bikin.

Em dixwazin bajarekî ku milyonek kes bikaribe jiyana xwe lê derbas bike, ava bikin.

Ji bo wê jî em dibêjin, em dê pênc hezar malên nû ava bikin. Em dê bajêr jî bixin aliyê Bati Ramanê, ji ber ku piştî erdhejê cihê ku deşt hebe risk lê zêde ye.”

Adîl Sebatî Ceylan eşkere kir ku piştî qezenckirina di hilbijartinan de plana wan heye ku bajarekî nû jî li nêzîk Çemê Dîcleyê ava bikin ku dê ji 20 hezar malan pêk were.

“Bajar teng bûye”

Berbijêrê AK Partiyê yê Êlihê bi pêwîst dibîne ku bajarê Êlihê were berfirehkirin û got:

“Pêwîstiya me bi vê yekê heye, niha em nêzîkî 450 hezar kesî li nava bajêr dijîn û cihê me gelekî teng e.

Divê em pêşiya bajêr vekin, eger em pêş lê nevekin, dê gazinên xelkê zêdetir bibin.”

Derbarê ziman û çanda Kurdî de jî Adîl Sebatî Ceylan got ku “Şaredarî cihê xizmetkirinê ye ne amadekirin û derxistina yasayan e.”

“AK Partiyê hinek qedexe li ser ziman rakirin”

Adil Sebatî Ceylan herî dawî got:

“Ji bo ziman, ji ber ku şaredarî qanûnan dernaxe, şaredarî ji bo xizmeta milet e, em jî ji bo ku bibin xizmetkarê milet em vî karî dikin.

Lê ziman, zimanê me temam e. Me jî di zarokatiya xwe de zimanê xwe ji bîr dikir, wê demê qedexeya li ser zimanê Kurdî jî hebû.

Piştî ku AK Partî hat hinek ji wan qedexeyan rakirin û ji bo ziman dersxane vekirin.

Niha jî kêm be jî têrî neke jî bi awayekî em dikarin fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe biaxivin.

Em dikarin başiyên xwe bibêjin, di zarokatiya xwe de em ditirsiyan û me başiyên xwe nedigotin.

Lê ev serdem derbas bû. Piştî wê em çi qasî li ser zimanê xwe çi qasî li ser çand û adetên xwe bisekinin jî em jî rengek in li dinyayê û divê em jî hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst