Li Amedê traktor û otomobîl li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê  traktor û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, traktora  E.G diajot û otomobîla bi plakaya 02 AAD 532 li navçeya Çinarê li hev qelibîn.

Di qezayê de 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û trafîkê çûn cihê bûyerê.

Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.