Wezîrên karên derve yên Îraq û Tirkiyeyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw)  - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Bexdayê civiyan.

Hakan Fîdan, li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ji bo ku hevdîtinên derbarê ewlehiyê çû Bexdayê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinan de mijarên cuda yên rojeva dualî bi taybetî “têkoşîna li dijî terorê, hevkariya ewlehî û leşkerî” bi berfirehî tên gotûbêjkirin.