Îranê êrişî Hewlêrê kiribû: Encamên DNAyê eşkere bûn

14-03-2024
Nîşan Îran Hewlêr Êriş DNA Encam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encamên DNAyê derxist holê ku parçeyên mirovan ên ku li mala Pêşrew Dizeyî hatibûn dîtin ên Mîşela dayîna Jîneyê ne.

Îranê 15ê Kanûna Paşîn bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir, pênc mûşekên Îranê li mala sermayedarê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizyeyî, keça wî Jîneya ku hîn salek nekiribû û mêvanê wî sermayedarê ji Mûsilê Kerem Mîxayîl di vê êrişê de canê xwe ji dest da.

Dihat gotin ku Mîşela xizmetkara mala Pêşrew Dizeyî ku dayîna Jîneyê bû di vê êrişê de miriye lê laşê wê nehatibû dîtin.

Piştre li mala Pêşrew Dizeyî parçeyên laşên mirovan hatibûn dîtin lê nehatibû tesbîtkirin bê parçeyên kê ne.

Lijneya lêkolînê 23ê Kanûna Paşîn ragihandibû ku çarenivîsa Mîşela ji Fîlîpînê ne diyar e.

“Ew parçe yên Mîşelê ne”

Konsulê Fexrî yê Fîlîpînê Felah Enwer Kelhûrî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Doh lêkolînên li ser wan parçeyên mirovan temam bûn û di encama pişkinîna DNAyê de derket holê ku ew parçe yên Mîşelê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst