Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Sûdanî li li gel Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî civiya. Herwiha biryar e Sûdanî  ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bicive.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Adara 2023an saet 13.30 bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê re gihîşt Herêma Kurdistanê û li balafirxaneya aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandekev navxwe ve hat pêşwazîkirin.

Sûdanî li gel Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya.

Yekem civîna Sûdanî li gel Serok Barzanî bû. Piştî wê Serokwezîrê Iraqê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan. Herwiha biryar e Sûdanî  ligel ê Nêçîrvan Barzanî jî bicive.

Di civînan de mijarên weke proje yasayên budce, neft û gaz, rêkeftina Şeigalê, madeya 140 û rûbirûbûna li DAIŞê tên gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve seroka Frakisyona PDKê li Parlamentoya  Iraqê Viyan Sebrî ji Rûdawê re got, di navbera Hewlêr û Bexdadê de atmosfereke erênî heye û dê Sûdanî gelek mijarên girîng li gel rayedarên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Li gorî agahiyên berdest, piştî hevdîtina ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Serokwezîrê Iraqê ji bo beşdarîkirina di Dîdara Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê de, dê serdana Silêmaniyê bike.