Li Meletî di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

14-03-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bûyerên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arende ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li menfezeke çîmento xist û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3ê kes jî birîndar bûn.

Îro Sêşemê 14ê Adarê li naçeya Arende ya Meletî otomobîlekê li menfezeya çîmento da û di encam de du kesan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan zarok e. Hderwiha 3 kes jî birîndar bûn û birîna yek ji birîndaran giran e ku zarokekî 6 salî ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, Berevaniya Şaristanî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di bûyerê de Abdulkerim Akyuz (69) û neviya wî Zuleyha Akyuz (1 salî) canê xwe ji dest dan. Herwiha, Sevim Akyuz (25) kurê wê Muhammed Efe Akyuz (6) û Mehmet Halit Akyuz (35) birîndar bûn.

Muhammed Efe Akyuzê ku birînên wî giran in ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletî hat veguhestin.

Tê gotin ku malbata Akyuz ji Stenbolê diçûn parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst