Binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêre Zorê rastî êrîşê hat

Hewlêr (Rûdaw) - Binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêre Zorê rastî êrîşê hat.

Di daxuyaniyekê de, Berdevkê Hêza Operasyonên Taybet ên Hevbeş ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêre Zorê bi 2 rokêtan eyar 107 mm hatine armanckirin.

Jonathan Ferrer da zanîn ku di êrîşê de tu kes birîndar nebûye û tu ziyan jî çê nebûne û lêkolîn li bûyerê tê dikin.

Berdevkê hêza operasyonên taybet got jî ev êrîş hêzên Hevpeymaniyê û hevparên wê û xelkê sivîl dixine jêr metirsiyê û bandorê li aramî û ewlehiya Sûriyê dikin.

Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî di derbarê êrişê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku Di 13ê Adarê de, demjimêr 20:23ê êvarê li gorî dema xwecihî li Sûriyê, du roket li nêzîkî binkeya Hêzên Koalîsyonê ketine.

Herwiha CENTCOMê diyar kir ku Di encamê de ti leşkerên Amerîkî û yên Koalîsyonê nehatine kuştin û birîndarkirin û ti ziyan negihiştiye binesaziyê û alavên Koalîsyonê.

Di encamê de ti leşkerên Amerîkî û yên Koalîsyonê nehatine kuştin û birîndarkirin û ti ziyan negihiştiye binesaziyê û alavên Koalîsyonê.

Berdevkê CENTCOM Joe Buccino got "Êrîşên bi roketan ên bi vî rengî, Hêzên Hevbendiyê û xelkê sivîl dixe metirsiyê de û aramî û ewlekariya Sûriyê û herêmê ku bi zehmetî hatiye bidestxistin têk dide," Kolonel,

CENTCOMê ragihand ku Hêzên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê li ser vê bûyerê lêkolînan dikin.