Feylesofê Rûs bo Rûdawê: Dikarin Kurdan bikin qurbanî

14-03-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Feylesofê Rûs bo Rûdawê: Dikarin Kurdan bikin qurbanî
Feylesofê Rûs bo Rûdawê: Dikarin Kurdan bikin qurbanî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Feylesof, siyasetzan û nivîskar, kesayetê komelayetî Aleksandr Dugin dibêje Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin di nav welatên ku li ser Sûriyê hesabên wan hene bibin qurbanî.

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedaddî ya “ Gelo Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dê bikaribe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed li hev bîne û çima proseya amadekariya kombûna çaralî bi beşdariya şandên Rusya, Tirkiye, Îran Sûriye ew çend giran diçe. Gelo nêzîhevbûna Şam û Enqere dikare bizvire dijî Kurdan?” Aleksandr Dugin wiha got:

“Ew prose,  proseyeke dijwar e. Gelek nakokiyên navbeyna Esed û Erdogan hene, bi taybetî, di asta kesayetî de; ew berê dostên hev bûn, paşê, bê guman ji hev cuda bûn. Gelek nakokiyên dîrokî di navbera Tirkiye û Îranê de jî hene. Lewma diyalog pir dijwar e. Lê bi nêrîna min, hizra li hev aştkirina Esed û Erdogan, xwe bi xwe, hizreke gelek rast e, pir rast e. Ji ber ku divê aştî êdî bigihêje zeviya Sûriyeya biêş.

Di heman demê de, ew Tirkiyeya ku li cîhanê li cihê xwe yê serwer digere, û ya ku her diçe hîn bêhtir ji bin hegemonyaya Rojava derdikeve, bi awayekî objektîv nêzî Rûsyayê dibe.

Îca ew du faktor, ango Esedê hevpeyman û Erdoganê nêzî me ye, tevî siyaseteke xwe ya taybet dîsa jî berê xwe dide serweriyê; ev yek bi awayekî rasyonel me nêzî hevdu dike, tenê bi rasyonelî…

Di vir de pirseke wiha derdikeve: Ev yek dê ne li ser hesabê Kudan be?

Pirseke wiha pir di cî de ye. Ji ber ku bi xwe behaneya ketina artêşa Tirkiyeyê li xaka Sûriyê, wekî ku aliyê Tirkî şîrove dikir, li ser bingeha hebûna bizavên radîkal, di beşê Kurdan de li Sûriyê, ango li Rojava û Bakûrê Sûriyê bû.

Lewma jî, bi nêrîna min, di rewşeke wiha de, minê bigota di vê rêkeftinê de, ji ber ku em êdî bi rastî jî behsa rêkeftinê dikin, dikarin Kurdan bikin qurbanî. Dikarin. Divê em realîst bin. Û vê yekê jî, bi nêzîkatiya wan a bi welatên Rojavayî zelal bikin.

Mesele ew e, ku gelek arîşe, di dema Bihara Erebî de, bi wê yekê ve girêdayî bûn, ku hizirmendên Globalîzma Rojavayî, ku piraniya wan ez şexsen nas dikim,  yên mîna Bernar -Henri Lèvy, wan hesabên xwe li ser Kurdan kirin. Eynî weke ku îro li ser Ukrayîniyan dikin. Wan ji Kurda re dewleteke neteweyî pêşniyar kir, piştgiriya welatên Rojavayî pêşniyarî Kurdan kir, li dijî wan çar dewletan ku  Kurd bi dîrokî lê dijîn: Li dijî Tirkiyê, dijî Îraqê, dijî Sûryê û dijî Îranê. Yên ku her yek ji wan, hemî bi cureyekî dijberên welatên Rojavayî bûn.  Û Kurd bûn girewên vê lîstoka jeopolîtîkî ya Rojava.

Baş e. Gelo çarenivîsa Kurdan, weke mînak, li Sûriyê dê çawa be? Çawa be?

Ango, eger ew tenê piştgiryê bidin wê herêmê ku, Kurdan di maweya şer de bidest xistiye? Lê ew dê bi çi awayî û di nav kîjan dewletê de bin? Berê xwe bidin kê? Xwe bi kîjan hizrê ve bigirin? Peywendiya xwe bi Esed re çawa bikin, bi Tirkiyê re çawa bikin?

Bersiva van pirsan ligel Rojavayîyan tunene. Amerîkî tenê dibêjin, em piştgiriya we dikin û hûn jî her berdewam bikin… Lê tu çareseriyê nîşan nadin. Wan tenê ew projeya Kurdistana Mezin pêşniyar kir û pê re Kurd kişandin ba xwe, lê ew proje li hewayê ragirtî dimîne….

Lê, di rastiyê de, ji hebûna wê nexşeya çêkirî, di encamê de dijminên Kurdan sûdê jê werdigrin.

Ango di encamê de, Amerîka bi pêşniyarkirina vê projeyê, Kurdn kirine girew.

Bi nêrîna min, divê ew rewş  bi dawî bê. Û di vir de pir giring e Kurd cihê xwe di cîhana pircemserî de bigirin.  Tiştê ku divê Kurd bikin, bi nêrîna min ev e. Eger na, rewşa wan dê bibe mîna ya li Gurcistan, Ukrayna û Moldovayê… ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst