PAK: Jiyana Mele Mistefa Barzanî bi têkoşîneke bêwestan hatiye hûnandin

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta 120emîn salvegera jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî li Barzan seredana ser gora wî kir û çelengeke ji gulan danî ser gora wî.

Li Barzanî îro Sêşemê 14ê Adara 2023yan Şêx Xelat Barzanî yê Nûnerê Serok Mesûd Barzanî pêşewazî li şanda PAKê kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Herêma Kurdistanê Orhan Kaya li ser gora Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî axaftinek kir û got: “Em rêberê miletê Kurd Mele Mistafa Barzanîyê nemir bigiramî bibîrtînin. Mele Mistafa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e. Jiyana Mele Mistafa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Herweha jiyana Mele Mistafa Barzanî, bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi berxwedanê û bi sekneke bi biryardarîyê ve hatîye hûnandin. Weke Serfermandarekî Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye. Ew damezranêr û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê ye.

Orhan Kaya bi bîr xist ku ni serokatîya Mele Mistafa Barzanî di 11ê adara 1970yê de bi Hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê hatîye îmze kirin û got: “Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye. Têkoşîna Mele Mistafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî ye, ya Xoybûnê û ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistafa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna hemû kedakarên doza azadiyê, li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe. Em di 120emîn salvegera jidayikbûna wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîrtînin.”