Partiya el Wehde: Grûpeke ser bi Rêveberiya Xweser hevalekî me revand

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya el Wehde ragihand ku grûpeke ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hevalekî wan revandiye û îşkence li wî kirine.

Dermansazê Kurd û xwediyê Dermanxaneya Şîfa Enter Elî ji aliyê grûpekê ve ku rûyê wan girtîbû, li Kobanî hate revandin û rastî îşkenceyeke giran hat.

Enter Elî yek endamê Partiya El Wehdê bû, li ser girtin û îşkencekirina wî Partiya El Wehdê daxuyaniyek belav kir û têde got ku grûpeke çekdar a ser bi Rêveberiya Xweser ve ew revandiye û îşkence kiriye, lê navê wê grûpê bi nav nake.

Rêxistina Kobanî ya Partiya El Wehdê dibêje roja 13 vê mehê wê grûpa çekdar Enter Elî birine cihekî nediyar û piştî îşkenceyeke giran ew avêtine ser rê û piştre dema ku xizmên wî pê hesiyane ew rakirine nexweşxaneyê.

Endamê Polîtbîroya El Wehdê li Kobanî Mislim Şêx Hesen jî beşdarî bultena Rûdawê bû piştrast kir ku hevalê wan ji aliyê 5 çekdaran ve hat revandin û got: “Bi tundî li hevalê me hatiye xistin.”

Bi gotina Mislim Şêx Hesen wndamê me bi hevaltiya ENKSê hatiye tohmetbarkirin

Mislim Şêx Hesen herwiha da zanîn ku pirsên siyasî ji Enter Elî hatine kirin.

El Wehdê dixwaze dawî li van binpêkirinan werin.