Serok Barzanî û Sûdanî çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin

14-03-2023
RÛDAW
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê nîşan da
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê nîşan da
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtinek pêk anîn û di civînê de Barzanî û Sûdanî mijara çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 14ê Adara 2023yan li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de danûstandina fikr û ramanan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Iraqê û cîbicîkirina rêkeftinan hat kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên li ser bingeha destûrê hat kirin.

Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê nîşan da  û hêvî xwest ku îradeya hemû aliyên siyasî bi arasteya çareserkirina kêşeyan û seqamgîriyê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst