Wezîrê Derve yê Amerîkayê nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

14-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Anthony Blinken wergirt.

Di nameyê da, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku, wî di Konferansa Ewlekariyê ya Munichê ya di meha Sibatê de ligel Serok Nêçîrvan Barzanî hevdîtin kiriye.

Blinken ku roja 18ê Sibatê di Konferansa Asayişa Munichê de bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiribû, tekezî li ser giringiya peywendiyên aram ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiribû û gotibû divê pirsgirêk bên çareserkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Blinken di nameya xwe de îşaret bi wê yekê kiriye ku, ew derfetek bû ji bo tekîdkirina li ser pêwîstiya bi yek carî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û li hevtêgihiştinê.

Herwiha Blinken di nameya xwe de tekez kiriye ku, Amerîka hevkarî û hevbeşiyek bihêz ligel Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye. Blinken di heman demê de berdewamiya piştevaniya bihêz a welatê xwe ji bo Iraq û aramî, ewlehî û serweriya Iraqê nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst