Serokwezîrê Iraqê bo Rûdawê: Budceyek bo cîbicîkirina madeya 140 hatiye veqetandin

14-03-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê bo Rûdawê: Budceyek bo cîbicîkirina madeya 140 hatiye veqetandin
Serokwezîrê Iraqê bo Rûdawê: Budceyek bo cîbicîkirina madeya 140 hatiye veqetandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku budceyek bo cîbicîkirina madeya 140 hatiye veqetandin.

Civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi dawî hat û piştî civînê her du alî ji medyayê re axivîn. 

Hat zanîn ku di civînê de behsa babatên girêdayî mijarên pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêşhatên danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hatin kirin, ji wan jî bi taybetî pirsa budceyê, yasaya petrol û gazê û rewşa koçberan hatiye kirin.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, Mesrûr Barzanî behsa budceyê kir û hêvî xwest ku ji aliyê parlamentoyê ve were  pesendkirin û got:  Me bi Serokwezîr re behsa wê yekê kirku ku ka em çawa dikarin mekanîzmekê bibînin bo bûdceyê wek xwe were cîbicîkirin.”

Herwiha Mihemed Şiya Sûdanî li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê madeya 140an de got: "Budceyek bo cîbicîkirina madeya 140 hatiye veqetandin."

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê jî di civînê de Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku atmosfereke erênî û hewldaneke cidî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta Bexdayê, herwiha diyar kir ku eger niyet û xwast û îrade hebe, dikarin hemû kêşe werin çareserkirin.

Mesrûr Barzanî spasiya Sûdanî kir ku ji bo karkirina li ser çareserkirina pirsgirêkên hene, bi taybetî pesnê pesendkirina projeyasaya budceya federalî da, ku bi hevkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal hat amadekirin, hêvî jî xwest ku parlamentoya Iraqê jî, di demeke herî nêz de vê projeyasayê weke xwe pesend bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha destxweşî li Serokwezîr û Kabîneya Hikûmeta Iraqê kir, ji bo temamkirina karên parêzgehbûna Helebceyê.

Sûdanî jî amaje bi wê yekê kir ku derfeteke baş û îradeyeke bihêz heye ji bo çareserkirina pirsgirîkên di çarçoveya destûr û rêkeftina aliyan bo pêkanîna hikûmetê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst