Partiya Zaferê derbarê HUDAPARê de doza girtinê tomar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Zafer ku li ser bingehê dijayetiya koçberan û nijadperestiyê hatiye damezrandin ragihand ku ew dê derbarê Partiya Doza Azad (HUDPAR) de doza girtinê tomar bikin.

Berdevka Partiya Zafer Sevdagul Tuncer ku partiya wê li ser bingehê nijadperestî û dijayetiya koçberan hatiye avakirin, roja Sêşemê 14ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê ji bo doza girtinê ya derbarê HUDAPARê de serî li Serdozgeriya Komarî bidin.

Tuncer di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de dibêje: “Wek partiya Zaferê, ne duh, ne îro û ne jî sibe em destê xwe nadin terorê û ligel wan narûnin li ser heman maseyê. Em dê ji bo tomarkirina doza girtinê ya derbarê HUDAPARê de serî li Serdozgeriya Komarê bidin.”

HUDAPAR ku partiyek îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye çend roj berê ragihandibû ku ew dê di hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê de piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan bikin. Piştî vê daxuyaniyê roja Duşemê 13ê Adara 2023an şandeke AKPê serdana HUDAPARê kiribû û herdû aliyan tekezî li hevahehngiya di hilbijartênan de kiribûn.

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu berê di bernameyeke televîzyonî de ragihandibû ku ew rêxistinên PKK û Hîzbullahê wek rêxistineke terorî nabîne. Niha li ser medyaya civakî ew vîdeoya serokê HUDAPARê careke din bûye rojev û beşek ji aliyên siyasî li ser vê helwêsta wî û beşdarbûna Partiya wî di nav Hevpeymaniya Cumhur de rexneyan li Serokê HUDAPARê digirin.