Li Sêrtê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

14-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Sêrtê ragihand ku li parêzgehê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê ji 16ê Adara 2023an û şûnde bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, çalakiyên terorî,  parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Herwiha hatiye îdakirin ku dê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) van rojana çalakiyan li navçeyê pêkbîne û ji ber wê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst